Selwan Momîka yê ku li Swêdê Quran şewitand kî ye?

Selwan Momîka yê penaberê Iraqî ku nusxeyeke Quranê li ber Mizgefta Mezin a Stockholmê şewitandibû, fermandarê berê yê grûpeke çekdar a bi navê Tabûrên Bazên Suryan bû û 4 salan serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Suryan kiriye ku bi xwe damezrandiye. Piştî nakokiya bi fermandarê grûpa çekdar a Babîlyûn a Heşda Şeibî Reyan Kildanî re, 18 rojan hatibû desteserkirin. Hevalekî wî dibêje, “Ew bi esl Kirîstiyan û Suryan bûye lê paşê bûye kesekî bê dîn û ew jî ragihandiye.”

30.06.2023, Cum - 06:06

Selwan Momîka yê ku li Swêdê Quran şewitand kî ye?
Nuçe Belav bike

Roja Çarşemê 28ê Hezîrana 2023an di yekem roja Cejna Qurbanê de, penaberekî Iraqî li Stockholm a Swêdê nusxeyeke Quranê şewitand. Daxwaza şewitandina Quranê di 5ê Sibata 2023an de ji aliyê Selwan Momîka ve pêşkeşî polîsê Stockholmê hatibû kirin lê roja 10 Sibatê polîs ew daxwaz red kiribû ku wî gotibû dê li pêş Balyozxaneya Iraqê wî karî encam bide. Herî dawî ji aliyê Dadgeha Kargêriyê ve daxwaza Selwan Momîka hate pesendkirin û roja Çarşemê encam da.

Rûdawê lêkolîn li ser jiyan û zanyariyên derbarê Selwan Momîka ku navê wî Selwan Sebah Matthew Momîka ye kirin. Selwan Momîka di 23ê Hezîrana 1986an de li bajarokê Hemdaniyê yê girêdayî parêzgeha Neynewayê ku piraniya wan Kirîstiyan in ji dayik bûye. Ew xwe wek nivîskar, rewşenbîr û çalakvanê mafên mirovan bi nav dike, her çiqas bi eslê xwe Kirîstiyan e jî, ji sala 2019an ve xwe 'bê dîn' nasandiye.

Selwan ê ku berê li Bexdayê dijiya, di salên 2016 û 2017an de piştî derketina DAIŞê grûpeke çekdar a bi navê Tabûrên Bazên Suryan û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Suryan ava kirin.

Ew bi tundî li dijî serweriya Heşda Şeibî û çekdarên Kirîstiyanan li navçeyên ku Kirîstiyan lê dijiyan bû, ji ber wê jî di Adara 2017an de grûpa wî ya çekdar êrîşî Tabûrên Babilyun ên Reyan Kildanî kiribû û di navbera wan de şer derketibû lê paşê di 14ê Sibatê de ji aliyê Heşda Şeibî ve hat desteserkirin û 18 rojan girtî mabû lê paşê hatibû berdan.

Selwan 37 salî ye û xwe wek Iraqiyekî lîberal, laîk û bê dîn bi nav dike, endamê Partiya Demokrat a Swêdê ye û mezûnê Peymangeha Geştiyariyê û Otelan a Neynewayê ye. Li gor zanyariyên Rûdawê navbera wî û bira û mirovên wî xirab e, her wiha ew û bavê xwe jî ne li hev in.

Bavê Selwan, Sebah Matthew di vîdeoyekê de got, “Tiştê ku wî kiriye li dijî baweriya me ye.”

Selwan Momîka di nav hevalên xwe de weke kesekî tundrew dihat naskirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, wî grûpa xwe ya çekdar ji bo kontrolkirina navçeya Hemdaniyê ya ser bi parêzgeha Neynewayê damezrandiye û ji derve hatiye piştgirîkirin.

Di 22ê Tîrmeha 2022an de, di xwepêşandaneke alîgirên Muqteda Sedr a li hundirê Parlamentoya Iraqê de wî li wir çend wêneyên xwe li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kiribûne û gotiye, “Min du rikat nimêj kirin û vegeriyame Swêdê. Guhê wan badan, Seyîd ferman dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:07:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x