Serokwezîrê Îraqê: Em ji bo vekişîna hêzên biyanî demekê diyar dikin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, “Em niha ji bo vekişîna hêzên biyanî ya ji Îraqê demekê diyar dikin.”

05.01.2024, Cum - 11:12

Serokwezîrê Îraqê: Em ji bo vekişîna hêzên biyanî demekê diyar dikin
Nuçe Belav bike

Mihemed Şiya Sûdanî, li Bexdayê di merasîma salvegera çaremîn a kuştina Qasim Silemanî û alîkarê berê yê serokê Heşdî Şebiyê Ebû Mehdî Muhendîs de axivî.

Sûdanî anî zimên ku kuştina Qasim Silêmanî û Mehdî Muhendîs derbeyek li hemû peymanên Îraq û Amerîkayê daye û got:

“Ji bo parastina serweriya Îraqê em dê her tiştî bikin. Ji bo hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Îraqê bimînin ti sedem nemaye.

Helwesta me ya ji bo derketina van hêzan neguheriye û em vê helwesta xwe dubare dikin.”

Doh saet 11:50î li Taxa Filistînê ya Bexdayê dengê teqîneke bihêz hat bihîstin.

Piştre Tevgera Nucebayê kuştina fermandarê xwe yê bi navê Ebû Teqwa Seîdî û alîkarê wî yê bi navê Ebû Îmtîhan ragihand.

Rayedarên Îraqê jî dabû zanîn ku du kes hatine kuştin û heft kes hatine birîndarkirin.

“Ti kes nikare êrişî serweriya me bike”

Li aliyê din Sûdanî, kuştina du fermandarên Heşdî Şebiyê wekî “bûyera herî xeternak” bi nav kir.

Sûdanî bi gotinên “Ti kes nikare serweriya me binpê bike” bal kişand ser girîngiya serweriya Îraqê û got:

“Êrişên dubare yên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li ser baregehên Heşdî Şebiyê bûyerên herî xeternak in.

Heşdî Şebî beşeke fermî ya hêzên çekdar ên Îraqê ye.

Dema ewlehiya Îraqê ji aliyê hinek kes an grûpan ve hat binpêkirin ev rewş tenê Îraqê eleqedar dike.

Ti kes nikare êrişî serweriya me bike, em van êrişên ku hêzên me yên ewlehiyê dikin armanc şermezar dikin.”

Piştî vê êrişê gelek aliyan xwest ku Amerîka ji Îraqê derkeve.

Serokwezîrê Îraqê jî amaje bi bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê da û got:

“Em niha ji bo vekişîna hêzên biyanî ya ji Îraqê demekê diyar dikin.”

“Bûne hêzên dijmin”

Serokê Tevgera Hiqûqa Şieyan Husên Muenis got, “Divê programa derketina hêzên biyanî yên bi navên cuda dest pê bike çimkî bûne hêzên dijmin.

Mebesta me bi awayekî eşkere Amerîka ye. Xeyn ji vê, divê hemû peymanên ku Bexdayê bi Washingtonê re îmze kirine werin hilweşandin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:08:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x