Serokwezîrê Îraqê hişyarî da: Hinek grûp dixwazin bi rola dewletê rabin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, “Hinek kes an grûp dixwazin biryarên hikûmetê têk bibin û rola dewletê bînin cih.”

11.12.2023, Pts - 13:09

Serokwezîrê Îraqê hişyarî da: Hinek grûp dixwazin bi rola dewletê rabin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî doh li Bexdayê bi rêvebirên saziya Polîsên Federal ên Îraqê re civiya.

“Ev qonax ne bê metirsî ye”

Mihemed Şiya Sûdanî di vê civînê de bêyî ku navên ti kes an grûpan bide îdia kir ku hinek kes dixwazin biryarên Hikûmetê têk bibin û got:

“Em dî qonaxeke girîng a dîroka Îraqê de ne. Ev qonax ne bê metirsî ye.”

“Dixwazin xwe li ser Îraqê ferz bikin”

Serokwezîrê Îraqê herwiha anî zimên ku “Hinek kes an grûp dixwazin xwe li ser Îraqê ferz bikin. Dixwazin biryarên dewletê û dezgehên dewletê û yasayan têk bibin da ku ew bibin alternatîv.”

Şiya Sûdanî li ser armanca van grûpan da zanîn, “Ew dixwazin di hemû qadên yasayî, niştimanî û destûrî de rola dewletê bînin cih.”

“Em di qonaxeke girîng a dîroka Îraqê de ne”

Serokwezîrê Îraqê da diyar kir, “Pêwîst e dewletê û saziyên destûrî, yasayan û milkê xelkê biparêzin” û berdewam kir:

“Em dî qonaxeke girîng a dîroka Îraqê de ne. Ji ber ku hinek dijwarî berdewam dikin ev qonax ne bê metirsî ye.

Divê em zanibin ji bo rûbirûna van metirsiyan xwe amade bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:07:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x