Swêd: Em bi awayekî demkî balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vediguhezînin Stockholmê

Wezareta Derve ya Swêdê ragihand, ji ber êrîşkirina ser balyozxaneya wan a li Bexdayê, bi awayekî demkî balyozxaneya xwe vediguhezînin welatê xwe.

21.07.2023, Cum - 14:40

Swêd: Em bi awayekî demkî balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vediguhezînin Stockholmê
Nuçe Belav bike

Li gor vîdeoya ku hatiye belavkirin, Selwan Momîka, heman ew kesê ku di roja yekem a Cejna Qurbanê de çapeke Qurana Pîroz şewitand, duh jî li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê bêrêzî li Qurana Pîroz û ala Iraqê û wêneya Muqteda Sedir kir, li hember vê yekê alîgirên Tevgera Sedir êrîşî Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Swêdê ji ajansa AFPê re ragihandiye, ew balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bi awayekî demkî vediguhezînin Stockholma paytexta Swêdê.

Roja Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an, Alîgirên Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir avêtin ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê û şewitandin.

Pêştir Wezareta Derve ya Swêdê di daxuyaniyekê de ragihandibû, “Êrîş li ser Balyozxaneya me ya li Bexdayê hate kirin û Iraq berpirs e ji parastina nûner û karmendên me yên dîplomatîk.”

Wezareta Derve Swêdê got, “Ev kiryar, binpêkirina Peymana Viyanayê ya ya taybet bi nûnerên dîplomasî ye.”

Da zanîn jî, “Karmend û nûnerên me yên dîplomatîk li Bexdayê sax in û bo cihekî ewle hatine veguhestin.”

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Iraqê bi tundî êrişa ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê şermezar kir û ew wek êrişa li ser karê dîplomasiyê binav kir.

Wezareta Derve ya Iraqê jî ji bo lêkolînkirina bûyerê û desteserkirina kiryaran, ferman da aliyên pêwendîdar.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:35:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x