Usame Nuceyfî: Çekhilgirtina li dijî hev rewşê çareser nake

"Proseya siyasî ya Iraqê li ser mirinê ye.”

01.08.2022, Pts - 14:56

Usame Nuceyfî: Çekhilgirtina li dijî hev rewşê çareser nake
Nuçe Belav bike

Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdana Iraqê Usame Nuceyfî li ser rewşa siyasî ya welatê xwe hişyariyê dide û dibêje: “Eger çareseriyeke bilez ji bo vê rewşê neyê kirin, proseya siyasî ya Iraqê li ser mirinê ye.”

Usamen Nuceyfî ku li Iraqê serkirdeyekî diyar e, ji kanala El Hurre re ragihandiye, proseya siyasî li Iraqê li ser mirinê ye, rewş gihîştiye asteke gelek xirab û metirsîdar, ji bo dîtina çareseriyê, divê pêngavên pratîk û bilez werin avêtin.

Nuceyfî di wê baweriyê de ye ku rewş ber bi têkçûnê ve diçe, çareseriya bingehîn tenê danîna serokwezîr û tîmeke hikûmetê ya bêalî ye, da ku di demeke kin de, amadekarî ji bo encamdaan hilbijartinan were kirin.

Herwiha diyar kiriye, divê Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinan sererast bike û komîsyoneke nû destnîşan bike.

Serkirdeyê siyasî yê Iraqî Usame Nuceyfî derbarê rûbirûbûna serbazî de hişyariyê dide û dibêje: “Dibe ku şerê navxwe li Iraqê çêbibe, rewş diguhere, loma divê demildest çareseriyek were dîtin û rêkeftin di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de were kirin.”

Usame Nuceyfî dibêje: “Çekhilgirtina li dijî hev, rewşê çareser nake, ti kes di vî şerî de jî bi ser nakeve.”

Herwiha diyar kiriye: “Dibe ku car din rê li xelkê were dayîn ku bi rêya hilbijartinan deng bidin, rewşa niha ya siyasî ya Iraqê gihîştiye rêyeke girtî û li ser mirinê ye.”

Roja şemiyê 30yê Tîrmeha 2022yan alîgirên Tevgera Sedir li ser cadeya Komarî ber bi navçeya Kesk bi rê ketin û berbestên navçeyê rakirin û piştre gihîştin avahiya Parlamentoya Iraqê û çend roj in li wir in.

Îro jî alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe, li dijî pêngavên alîgirên Tevgera Sedir dest bi xwepêşandanê kirin, çavdêrên siyasî li ser egera rûbirûbûna wan a li dijî hev, hişyariyên tund didin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:14:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x