Yahya Resûl: Em dê bi Tirkiyeyê re peymana ewlehiyê îmze bikin

Lîwa Yehya Resûl, peymana ewlehiyê ya di navbera Îran û Îraqê de bi bîr anî û got, “Em hewl didin heman tiştî bi awayekî serkeftî bi Tirkiyeyê re jî bikin.”

06.10.2023, Cum - 12:06

Yahya Resûl: Em dê bi Tirkiyeyê re peymana ewlehiyê îmze bikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Lîwa Yehya Resûl, beşdarî bernameya Korojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Yehya Resûl, da zanîn ku ji bo ew rêyê li ber “grûpên çekdar” ên li ser sînorê başûr û rojhilatê Kurdistanê bigirin bi Îranê re hevahengiyê dikin.

Lîwa Yehya Resûl destnîşan kir ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîrê Karên Derve erkdar kiriye da ku komîteyeke ewlehiyê ava bike û bi taybetî ji bo ewlehiya sînorî bi Tirkiyeyê re hevahengiyê bike.

“Îraqê dîplomasiya xwe xurt kiriye”

Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebas û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler doh li Enqereya paytexata Tirkiyeyê civiyabûn.

Yehya Resûl got, “Îraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dîplomasiya xwe bi welatên cîran re, bi taybetî ji bi Tirkiyeyê re xurt kiriye.”

Resûl amaje pê kir ku şandeya Îraqê ya li Tirkiyeyê, di mijarên wekî “bikaranîna çekan, teknolojiya parastinê, perwerdeya leşkerî û parvekirina agahiyên îstixbarî” bi rayedarên Tirkiyeyê re danûstandinan dike.

Tirkiye bi berdewamî serweriya Îraqê binpê dike û tenê vê hefteyê herî kêm 40 carî Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

“Em rê nadin ku serweriya Îraqê were binpêkirin”

Lîwa Yehya Resûl, li ser vê mijarê wiha axivî:

“Em rê nadin ku serweriya Îraqê were binpêkirin. Qadên leşkerî û ewlehiyê jî di nav de, pêwîst e pêwendiyên me yên baş bi Tirkiyeya cîran re hebin.

Ji ber vê yekê jî dibe ku rojên pêşiya me di navbera me de lijneyên leşkerî û ewlehiyê werin çalakkirin.

Em li hêviyê ne, wekî ku me û Îranê encamên baş bi dest xistine, em û Tirkiyeyê jî bigihin encamên baş.”

Yeyha Resûl herwiha da zanîn ku pêwendiyên wan û Tirkiyeyê baş in û ew di gelek biwaran de hevahengiyê dikin.

“Divê her kes rêzê li serweriya Îraqê bigire”

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê destnîşan kir ku ew van rêkarên nû “ji bo xurtkirina ewlehiya sînoran” aktîv dikin û got, “Divê her kes rêzê li serweriya Îraqê bigire.”

Yeyha Resûl li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê jî got:

“Nabe ku ti kes ji axa Îraqê êrişî cîranên me bike. Çawa ku me bi Îranê re hevahengî kir û em bawer dikin em dê bi temamî bi ser bikevin, em dê ji bo parastina ax û serweriya Îraqê heman tiştî bi Tirkiyeyê re jî bikin.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 420 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:46:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x