Yehya Resûl: Hevpeymaniya Navdewletî li Iraql bûye faktera bêaramiyê

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand, helwesta hêzên Amerîkî ji her demê zêdetir Iraqê han dide ku erkê vê hevpeymaniyê bidawî bike.

08.02.2024, Per - 12:35

Yehya Resûl: Hevpeymaniya Navdewletî li Iraql bûye faktera bêaramiyê
Nuçe Belav bike

Yehya Resûl îro di daxuyaniyekê de got, Amerîkiyan gelek caran bi bêberpirsiyarî her tiştê ku dikare têgihîştinê û destpêkirina danûstandinên dualî têk bibe, kirine.

Got jî: “Amerîka şeva borî êrîşeke asmanî li nîvê taxeke niştecihbûnê li Bexdayê pêk anî, bi awayekî giringiyê neda jiyana sivîlan û yasayên navdewletî.”

Yehya Resûl got: “Ev metirsî li ser aştiyê ye, serweriya Iraqê binpê dike û jiyana gelê me dixe metirsiyê. Tiştê metirsîdar jî ew e ku Hevpeymaniya Navdewletî sedem û armancên ku ji bo wan li ser axa me ne, derbas dike.”

Herwiha got: “Ev kiryara han ji her demê zêdetir dihêle ku hikûmeta Îraqê erkê vê hevpeymaniyê bi dawî bîne, ku bûye faktera bêaramiyê li Îraqê û metirsiya wê yekê heye ku Îraqê bikişîne nava xeleka nakokiyan.”

Peyamnêrê K24ê şeva borî gortibû, li navçeya Meştelê ya Bexdayê otomobîlek ji aliyê dronekê ve hat armanckirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin ku 2 ji wan serkirdeyên Heşda Şeibî ne.

Li gorî zanyariyan, 2 ji kuştiyan serkirdeyên Heşda Şeibî (Ebû Baqir Saidî û Arkan Elyawî) hatine kuştin û Hizbullaha Iraqî jî di daxuyaniyekê de kuştina wan piştrast kiriye.

Di vê derbar de jî, Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hêzên wan êrişek li Bexdayê pêk aniye û tê de fermandarekî Hizbullaha Iraqê kirine armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:25:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x