Amerîkayê çend êrîş li Dêrezorê li dijî grûpên ser bi Supaya Pasdarên Îranê encam dan.
Li gor heman daxuyaniyê, “Armanca wan êrîşan, berevanîkirina li hêzên Amerîkayê û parastina wan e ji êrîşên weke ya roja 15ê Tebaxê grûpên ser bi Îranê encam dabûn. Me êrîşî wan sazî û jêrxan kirine armanc ku ew grûpên ser bi Supaya Pasdaran bikar tînin.”
Di daxuyaniyê de hatiye, lêdan û êrîşên îro girîng û pêwîst bûn ji bo berevanîkirin û parastina endamên Amerîkayê.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê tekez dike wan rêkarên guncaw û bi mebest wergirtine ji bo sînordakirina metirsiyên derketina aloziyan û kêmkirina metirsiya birîndarbûna xelkê.
Di daxuyaniyê tê gotin: "Serok Biden fermana daye ku ev êrîşî bêne kirin ji bo têkdan û rêgirtin li pêşya êrîşên ku grûpên ser bi Îranê encam didin.
Fermandehiya Navedî ya Amerîkayê herwiha dibêje: “Amerîka li pey şer û aloziyan nîne, lê berdewam dibe ji wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina gelê xwe û berevanîkirin li xwe.”
Derbarê mana hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistan û hinek deverên bakurê Sûriyê de di daxuyaniyê de tê gotin: "Hêzên me ji bo şikestina yekcarî ya DAIŞê piştrast bibe dê li Sûriyê bimîne."