Efserekî din ê Îranê li Sûriyê hate kuştin

Ajansa “Mehr” a Îranê ragihand, efserekî din ê Pasdarên Îranê li Sûriyê di êrîşeke Îsraîlê de hat kuştin.

02.04.2023, Paz - 20:44

Efserekî din ê Îranê li Sûriyê hate kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa “Mehr” a nûçeyan, şêwirmendê leşkerî yê Pasdarên Îranî Miqdad Mehqanî, di êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê de li ser Şamê de birîndar bûbû û piştre ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da.

Îsraîlê rojên 30 û 31ê Adara borî li pey hev, Şam kir armanc. Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî di encamê de 5 efserên di nava milîsên Îranê de hatin kuştin ku yek ji wan pilebilind bû. Miqdad Mehqanî jî duyem efserê pilebilind e ku di wan êrîşan de hatiye kuştin.

Îro berbangê jî Îsraîlê ji aliyê bakurê rojhilatê Beyrûtê ve bi mûşekan êrîşî hin xalên li parêzgeha Humsê kir û li gorî ajansa “SANA” di vê êrîşê de 5 leşkerên artêşa Sûriyê bûne.

Ji dema krîza Sûriyê di sala 2011an de, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:16:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x