Hejmara qurbaniyên erdheja Sûriyê bi ser 1400 kesî ket

Ji ber kêmbûna karînên tîmên hawarhatinê û bijîşkî, hejmara qurbaniyên erdhejê li Efrîn û hemû herêmên Sûriyê zêde dibe.

07.02.2023, Sal - 08:59

Hejmara qurbaniyên erdheja Sûriyê bi ser 1400 kesî ket
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara qurbaniyên erdhejê heta niha gihiştiye 1417an, ji wan 672 li deverên rêjîmê ne û 745 jî li deverên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne, her wiha û ji 2 hezar kesan jî birîndar bûne.

Duhî li navçeya Pazarcik a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhej li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hest pê hate kirin û hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û welatî bûn qurbanî.

Li Efrîn, gund û navçeyên wê hejmarek mezin ji xanî û avahiyan hilweşiyan, bi taybet li bajarokê Cindirêsê ku dora 50 avahî û xanî hilweşiyane û heta niha zêdetir ji 80 kesî canê xwe ji dest dane û heta niha bi dehan kes di bin kavilan asê mane.

Di vê derbarê de jî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) duhî di daxuyaniyekê de bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û hikûmetên welatan kir ku bi hemû awayên alîkariyên teknîkî, madî û lojîstîkî pêşkêşî navçeyên ziyanpêketî û welatiyên wan bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 732 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:40:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x