Îsraîlê firokxaneya Helebê û başûrê Şamê mûşek barand

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê Firokexaneya Navdewletî ya Helebê û başûrê Şamê kirin armanc û bû sedema pêketina agir û teqînan.

01.09.2022, Per - 06:17

Îsraîlê firokxaneya Helebê û başûrê Şamê mûşek barand
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, Israîlê şeva borî Firokexaneya Navdewletî ya Helebê û embarên li derdora wê bi 4 mûşekên kirin armanc, ku bû sedema pêketina agir û teqînan.

Li gor zanyariyên Rewangehê, 3 mûşek li embarên çekan a mîlîşyayên Îranê ketin û mûşeka çarem jî li hundir firokxaneyê ket.

Ajansa nûçeyan a “SANA” ji zarê çavkaniyê ragihand, Israîlî ji aliyê gola Teberiye ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên başûrê rojhilatê Şamê kirin armanc.

Amaje bi wê jî kir, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî wê êrîşê bû û hejmarek mûşek xistin xwarê.

Li gor hatiye belav kirin, di her du êrîşên li Heleb û Şamê de, tenê ziyanên madî derketin û ti amaje bi ziyanên canî nehat kirin.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 434 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:31:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x