Li Babê di şerê navbera çekdaran de malbateke koçber bûn qurbanî

Li bajarê Babê ya li rojhilatê Helebê di şerê navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve topek li nav çadireke malbateke koçberên Helebê ket.

15.10.2022, Cts - 06:41

Li Babê di şerê navbera çekdaran de malbateke koçber bûn qurbanî
Nuçe Belav bike

Li bajarê Babê ya li rojhilatê Helebê di şerê navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve topek li nav çadireke malbateke koçberên Helebê ket, di encam de dayikê canê xwe ji dest da, herwiha zarok jî birîndar bûn, ku niha li nexweşxaneya bajarê Babê tên çareserkirin.

Koçberê Helebê Mihemed Ebdulqadir dibêje “Li vir rawestiya bû dema topbaranê. Me nizanîbû topbaran ji kûderê bûye. Li vir ket ser erdê. dema min ew kişand, di nav destê min de canê xwe ji dest da.”

Koçberê Helebê, Mihemed Ebdulqadir piştî canjidestdana hevjîna xwe bi dilekî şikestî rondikan dibarîne. Salên derbiderbûn û koçberiyê li gel hevjîna xwe bibîr tîne.

Koçberê Helebê Mihemed Ebdulqadir got jî Me emrek bihevre qedand. Ma ezê çi bibêjim? Ez nizanim. Ez nizanim çi bibêjim.”

Li bajarê Babê, di şerê du rojan de 11-12ê Cotmehê, di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve 13 çekdar û sivîl hatin kuştin, di encam de Feyleqa sêyem ser bi artêşa niştîmanî ya opozisyona Sûriyê bajar bi temamî ji dest Firqeya el-Hemze derxist.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:20:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x