Kanada û Hollandayê li dijî Sûriyê bi hinceta tawanên şer û îşkenceyê li Dîwana Edaletê ya Navdewletî doz tomar kirin.
Dîwana Edaletê ya Navdewletî ku navenda wê li bajarê Lahey ê Hollandayê ye dibêje, “Kanada û Şahinşahiya Hollandayê, ji bo vekirina doza dijî Komara Erebî ya Sûriyê serî li Dîwana Edaletê ya Navdewletî dane. Kanada û Hollanda, Sûriyê bi binpêkirina rêkeftina Neteweyên Yekbûyî ya `Îşkence û sivikkirin an helwesta dijî mirovayetî û zilmê yan li dijî cezakirinê` tohmetbar dikin.”
Wezîrê Derve yê Hollandayê Wopke Hoekstra derbarê serlêdana dozê de got: “Welatiyên Sûriyê îşkence dîtin, bi zorê hatin wendakirin, rûbirûyê êrîşa gazên jehrî bûn û dest ji jiyan û hemû hebûnên xwe berdan. Armanca me ji dozê ew e, rejîma Sûriyê ji ber zilmên şer hesab bide.”
Sûriye bi çi tê tohmetbarkirin?
Kanada û Hollanda, di serlêdana xwe de di nav de bikaranîna çekên kîmyawî Sûriyê ji sala 2011an ve bi binpêkirina hiqûqa navdewletî tohmetbar dikin.
Her du welatan binpêkirinên Sûriyê weke “helwesta xirab a li dijî girtiyan, şert û mercên dijî mirov li cihên desteserkirinê, bi zorê wendakirin, tundûtûjiya destdirêjiyê û zayendî û tûndûtûjiya dijî zarokan” pênase dikin. Herwiha “bi rêya bikaranîna çekên kîmyayî bi awayekî hovane bi armanca tirsandin û cezakirina civaka sivîl, ku bû sedema gelek kuştin, birîndarkirin û êşên fizîkî û derûnî” jî di nav binpêkirinan de hatine hejmartin.
Ji dadgehê çi tê daxwazkirin?
Kanada û Hollanda ji dadgehê daxwaz dikin, Sûriye îşkence, tevgera xirab a dijî mirov û sivikatî û cezakirinê, girtinên bi zordarî bi dawî bike û girtiyên bi awayekî neyasayî hatine girtin berde, gorên bikom ên kesên di dema desteserkirinê de hatine kuştin diyar bike, di nav de tomarên pizîşkî hemû delîlan kom bike û rê bide çavdêrên navdewletî ku biçin navendên girtinê.
Tevî ku Sûriyê gelek caran red kiriye ku çekên kîmyayî bikar anîne, lê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyayî ya Navdewletî tespît kiriye ku Artêşa Sûriyê gelek caran li dijî gelê xwe çekên kîmyayî bikar anîne.
Rêveberiya Esed ji destpêka şerê navxweyî ku sala 2011ê di encama xwepêşandanên daxwaza demokrasiyê de dest pê kirin û nêzîkî 500 hezar kesan canê xwe jidest dan, yekem car dê rûbirûyê dadgeheke navdewletî bibe.