Neteweyên Yekbûyî daxwaza çareseriyeke bilez ji bo krîza Sûriyê dike

Encûmena Asayişa Navdewletî careke din di derbarê rewşa Sûriyê de civiya, di civînê de rewşa siyasî û mirovî hat gotûbêjkirin.

23.12.2022, Cum - 07:31

Neteweyên Yekbûyî daxwaza çareseriyeke bilez ji bo krîza Sûriyê dike
Nuçe Belav bike

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Gier Pedersen di wê civînê de got, çêbûna her aloziyekê li Sûriyê wê metirsiyê li ser aramiya navçeyê çêbike.

Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku tu carî wek niha rewşa Sûriyê xerab nebûye, niha li Sûriyê pêwîstiya 14 milyon û 600 hezar kes bi alîkariyên mirovî heye.

Civîna Encumena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî ye li bajarê New York a Amerîkayê. Mijara sereke ya civînê gotubêjkirina rewşa siyasî û mirovî ya Sûriyê ye. Civaka navdewletî hişyariyê dide, eger rêkarên pêwîst negrin ber, paşerojeke reş li benda Sûriyê ye.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Gir Pedersen got, “Çêbûna her aloziyekê, dibe ku careke din agir berde wan nakokiyên ku hîn bi dawî nebûne, ev jî metirsiy e li ser aramiya giştî ya navçeyê û hewayekê çêdike ku terorîst şiyana zindîbûnê bibînin.”

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, şeş xal pêşniyar kirin ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê û daxwaz kir ji bo cîbicîkirinê pêwîst e civaka navdewletî piştgiriyê bide ku pêşniyar ev in, “Xwe dûrxistina ji zêdebûna nakokiyan û vegerandina aramiyê bo Sûriyê. Nûkirina çarçoveya karkirina encûmenan ji bo alîkariyên mirovî bigihîne hemû xelkê Sûriyê. Berdewamkirina civînên Komîteya Destûra Sûriyê. Di derbarê kesên hatine girtin de, hatin windakirin û windabûyî de çarenivîsa wan were zelalkirin û werin azadkirin. Daxwaza hevahengiya berpirsên Sûriyê û aktorên navdewletî, ew ên ku danûstandinê li ser “bingeha baweriyê” bikin.” Her wiha bal kişand ser hevahengiya di navbera civaka sivîl û hemû aliyan.

Neteweyên Yekbûyî balê dikişîne ser wê yekê ku ti caran wek niha rewşa Sûriyê xirab nebûye.

Hevahengîkarê karûbarê mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Martn Grifs anî ziman, “Ev hejmar û rêjeya zêde ya kuştin û ziyanan ji destpêka krîzê ve heta niha me di ti wexteke din de nedîtiye.”

Li gor amarên dawî yên Neteweyên Yekbûyî di derbarê rewşa mirovî ya Sûriyê de,14 milyon û 600 hezar kes li Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye û tê çaverêkirin sala bê ev hêjmar bigihêje 15 milyon û 300 hezar kesî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:26:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x