Serokê şanda opozisyona çekdar ji bo Astanayê Fatih Hesûn ragihand, çawa YPG Şêxmeqsûd û Eşrefiyê radestî rêjîmê kir, dibe ku niha Efrînê jî radest bike.
Fatih Hesûn ji ajanseke opozisyonê re got: "Biryara Tirkiyê ya êrîşkirinê li ser Efrînê di cihê xwe de ye lê ew yek dereng hat".
Bi gotina Hesûn, belge li ber destên wan hene ku Yekîneyên Parastina Gel YPG li gel DAIŞê, rêjîma Sûryê, Îran û Rûsya kar li dijî miletê Sûryê kiriye, ku dixwaze keyanekî li Sûryê ava bike tenê ji bo miletê Kurd serkut bike.
Navhatî got jî: "Ne dûr e YPG li gorî fermanên Rûsya, Efrînê radestî rêjîmê bike, ji ber ku berî niha jî navçeyên xwe li Helebê radestî rêjîmê kir".
Derbarê kongirê Sochi Hesûn got: "Em li wî kongirî amade nabin, ku ne di bin siya Netewên Yekgirtî de be".