Li Amedê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Peyasê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve, di şerê du grûban de kesek hat kuştin û kesek birîndar bû.

29.08.2022, Pts - 09:26

Li Amedê pevçûn: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li navçeya Peyasê, doh bi şev 28êTebaxê li Kolana Firatê di navbera du grûban de ji ber deyn nîqaş derket û her du aliyan bi çekan êrîşî hev kirin. Di encama pevçûnê de du kes bi çek birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Her du birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê birîndarekî ku navê wî nehat zanîn canê xwe jidest da. Dermankirina birîndarê din berdewam e.

Polîs ji bo desteserkirina gumanbarê ku reviya dest bi xebatan kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:20:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x