Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê bo dema 15 rojan hat qedexekirin.

07.07.2023, Cum - 10:50

Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya ku ji sala 2016an ve berdewam e careke din bo dema 15 rojan hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya ku Pêncşemê 6ê Temûza 2023an Parêzgariya Colemêrgê belavkiriye, ji 7ê Temûza 2023an heta 21ê Temûzê demjimêr 23:59 deqe bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x