Li Êlihê hemû çalakî 8 rojan qedexe ne!

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê meş, civîn, xwepêşandan û hemû cureyên çalakiyan 8 rojan qedexe ne.

09.02.2024, Cum - 07:25

Li Êlihê hemû çalakî 8 rojan qedexe ne!
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Êlihê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku hemû çalakî ji 9ê Sibatê heta 16ê Sibatê hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên bi destûra qaymeqamî yan jî parêzgariyê nakevin çorçoveya qedexeyê.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku ew qedexe “ji bo rêgirtina li ber êrişan”, “parastina can û malê welatiyan”, “nehiştina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Beriya çend rojan li parêzgehên Amed, Wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê jî bi heman hincetê qedexeyên çalakiyan hatibûn ragihandin.

Piştî ku li Bakurê Kurdistanê çalakiyên DEM Partiyê zêde bûn, li gelek deverên Bakurê Kurdistanê qedexe tên ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:37:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x