Li Meletiyê avahiyeke 5 qatî hilweşiya

Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê avahiyeke 5 qatî hilweşiya. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hewl didin bizanin ku di bin avahiyê de kes heye an na.

8 Adar 2023 - 11:59
8 Adar 2023 - 11:59
 0
Li Meletiyê avahiyeke 5 qatî hilweşiya

Li taxa Mustafapaşa ya li bajarê Meletiyê, ku di erdheja Mereşê de ziyaneke mezin dîtiye, avahiyeke xisardîtî ya 5 qatî ji nişka ve hilweşiya.

Welatiyên ku hilweşîna avahiyê dîtine, agahî dane tîmên 112 û li ser agahdarkirinê, li derdora avahiyê tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin û tîmên AFADê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hewl didin bizanin ku di bin avahiyê de kes heye an na