Parêzgarê Rihayê li Bakurê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di êrîşekê de li dijî Qereqola Sînor a Çîçekalan a navçeya Bîrecîk a Rihayê leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan îro di daxuyaniyekê de ragihand ku li dijî Qereqola Sînor a Çiçekalan a navçeya Bîrecîkê êrîşek hatiye pêkanîn.
Li gor daxuyaniyê, di êrîşê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne