Li navçeya Bîrecîk a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de pevçûna çekdarî rûda, di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li taxa Meydan a navçeya Bîrecîkê ya Rihayê, ji ber sedemeke ku hîn diyar nebûye, şer û pevçûn derket.
Di şer û pevçûnê de ku çek jî hatin bikaranîn, welatiyên bi navê Burhan G. û Îsmaîl G. birîndar bûn. Her du birîndar bi ambûlansê bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Hat ragihandin ku birîndarê bi navê Burhan G. jiyana xwe ji dest daye.
Derbarê şer û pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.