Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê dibêje, li navçeya Mûksê ya Wanê di operasyona Eren Dorpêç-35 de 3 gerîla hatin hedefgirtin û canê xwe ji dest dane.
Soylu diyar kiriye, yek ji wan gerîlayên PKKê fermandarê herêmê bûye ku navê wî di kategoriya Purteqalî ya lîsteya lêgerînê de bûye.
Derbarê şerê li Mûksê û canjidestdana 3 gerîlayan de PKKê hêj ti daxuyanî nedaye.
Di 24ê Tebaxa 2022an de Odeya Operasyonan a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandibû, ku bi beşdariya 622 hêzên emnî, hêzên cendirme û cerdevanan, ku li ser 56 tîman hatine dabeşkirin, li sînorê bajarokê Elbakê yê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve operasyona Eren Dorpêç-35 hatiye destpêkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di wan salên dawiyê de salane operasyonên demsalî li dijî PKKê li dar dixe.
Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji destpêka îsal ve û di rêze operasyonên ku li Bakurê Kurdistanê hatine lidarxistin de 48 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û dest bi ser 54 veşartgeh, şikeft û depoyên çekan de hatiye girtin û 11 leşkerên Tirkiyê jî hatine kuştin.
Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ragihandiye, di wan operasyonan de 14 leşkerên Tirkiyê û 8 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.