Li Xarpêt û Dêrsîmê agir bi daristanê ket

Li bajarên Xarpêt û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê agir bi daristanan ket.

22.08.2022, Pts - 05:38

Li Xarpêt û Dêrsîmê agir bi daristanê ket
Nuçe Belav bike

Li gundê Karkidê yê Kebanê ku girêdayî bajarê Xarpet'ê, îro 21ê Tebaxê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket. Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, cendirme û tîmên Saziya Herêmê ya Daristanê û AFADê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Agir di encama xebatên tîman de hat vemirandin. Hat ragihandin ku 20 donim daristan şewitî ye.

Herwiha îro li navçeya Mazgêrdê ser bi parêzgeha Dêrsîmê jî, agir bi daristanê ket û di encama xebatên vemirandinê de hat vemirandin. Lê nehat eşkerekirin, ku çend donim daristan şewitî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:56:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x