Nûnerê nû yê Amerîkayê serdana ENKS'ê kir

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê li Rojavayê Kurdistanê, pêşhateyên herî dawî yên deverê gotûbêj kirin.

01.09.2022, Per - 05:10

Nûnerê nû yê Amerîkayê serdana ENKS'ê kir
Nuçe Belav bike

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi nûnerê nû yê Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger re civiya.

Duh Çarşemê 31ê Tebaxa 2022an nûnerê nû yê Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê serdana ofîsa ENKSê kir û bi serkirdeyê wê re civiya. Hat diyarkirin ku her du aliyan behsa rewşa Sûriyê û çareseriya siyasî kirine.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser serdana Nicolas Grainger got, “Nûnerê nû yê Amerîkayê ji bo naskirinê hatibû, wî got, ENKS yek ji wan aliyên sereke ye li vir û xwestiye me bibîne. Ji bo karkirina qonaxeke nû hatibû. Wî her wiha got, em ji vir dernakevin û di helwesta me de ti guhertin tunene.”

Silêman Oso anî ziman, “Me wek ENKS jê re behsa gelek mijaran kir ku em amade ne bi hev re bixebitin.”

Silêman Oso li ser pirsa girîngiya mijarên civîna Kurdî-Kurdî û operasyona muhtemel a Tirkiyê û behskirina bi nûnerê nû yê Amerîkayê re got, “Em li ser gelek xalan sekinîn lê zêdetir me behsa rewşa aborî ya xelkê kir.”

Danûstandinên Kurdî-Kurdî di Nîsana 2022an de bi serperiştiya Amerîkayê dest pê kir lê ev sal û nîvek e, ti pêşketinek çênebûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:55:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x