Parêzgariya Amedê hemû cure çalakî heta 8 rojan qedexe kirin

Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, li ser bangên çalakiyên dijyasayî û rêxistinî yên ku dê li Rihayê bên kirin, ji bo ku ji Diyarbekirê jî tevlîbûn çênebe, wan li ser têketin û derketina nav bajêr hin sînor danîne û heta 8 rojan hemû cure çalakî, daxuyanî û mitîngan qedexe kirine.

08.02.2024, Per - 06:04

Parêzgariya Amedê hemû cure çalakî heta 8 rojan qedexe kirin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya Parêzgariya Diyarbekirê de hat gotin, “Ji bilî çalakiyên ku Parêzgariya Diyarbekirê û Qeymeqamtiya Diyarbekirê guncav dîtine, li ser çalakiyên girseyî yên ku hat hînbûn ku li ser bangên dijyasayî û rêxistinî yên tê xwestin li Rihayê bên kirin û ji ber hegera ku dibe li bajarê me jî çalakiyek were kirin an ji bajarê me jî beşdarî çêbibe; her cure çalakiyên ku tê xwestin li qadên vekirî bên lidarxistin (kombûn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standê, vekirina konan, belavkirina belavokan û daliqandina poster û pankartan hatiye qedexekirin.

Her wiha hat diyarkirin ku têketin û derketina maşîn, kes û komên ku dixwazin beşdarî çalakiya navborî bibin, di nav sînorên parêzgeh û navçeyên Diyarbekirê de jî qedexe hatine danîn.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexe îşev dest pê dike û dê heta 15.02.2024an berdewam be.

Rêberê PKKê Ebdulla Ocalan, 15 Sibata 1999 li Kenyayê hatibû girtin û radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Ocalan ji wê demê ve li Zîndana Îmraliyê girtiye. Alîgirên Ocalan bi armanca rakirina tecrîdê li ser wî, banga lidarxistina çalakiyan kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:36:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x