Keçelhenekên (Geronticus eremita) metirsiya nemanê li ser wan hene li navçeya Bêrecûk a Rihayê ku di bin parastinê de ne, 39 çêlik kirin.
i navçeya Bêrecûk a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di encama xebatên berhemanînê de îsal 39 çêlikên keçelhenekan (Geronticus eremita) çêbûn ku nifşa wan di bin metirsiyê de ye.
Berpirsên Çewliga Xwedîkirina Keçelhenekan, kêfxweş in ku hejmara keçelhenekan sal bi sal zêdetir dibin.
Rêveberê 3. Parkên Niştimanî û Parastina Jîngehê Ahmet Çiçek got, “Nifşê keçelhenekan di bin metirsiyê de bûn. Me ew xistin bin parastinê û em gihiştin van rojan.”
Keçelhenek her sal meha Hezîranê ber bi welatên Efrîqayê ve koç dikin lê ji ber li rê ji nav diçin û dimirîn, her sal hejmareke biçûk bo koçê tên berdan. Îsal jî 8 jê çêlik bi tevahî 30 keçelhenek bo koçê hatin berdan.
Rêveberê 3. Parkên Niştimanî û Parastina Jîngehê Ahmet Çiçek anî ziman, “Her sal duyemîn hefteya meha Sibatê, ji bo fêrî xwezayê bibin û bi hêsanî çêlikên xwe bikin em keçelhenekan ji çewligê berdidin. Ji bo parastina nifşê wan berî demsala koçê meha Hezîranê careke din dikin qefesan. Îsal jî di encama xwarina xwezayî û guncandina şertan 39 çêlik kirin.”
Cara yekem sala 1977an li ser 17 doniman 9 jê çêlik bi 11 keçelhenekan Çewliga Parastina Keçelhenekan hat avakirin. Di encama xebatên 45 salan de hejmara sîsarkên keçel îsal bû 321.