Tirkiyê û PKKê amarên nû yên şer belav kirin

Artêşa Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) amarên şerê di nav axa Başûrê Kurdistanê belav kir

02.07.2022, Cts - 09:44

Tirkiyê û PKKê amarên nû yên şer belav kirin
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) amarên şerê di nav axa Başûrê Kurdistanê belav kirine, Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe yê din ragihand û bi vê yekê hejmara leşkerên Tirkiyê yên ku heta niha hatine kuştin gihîşte 32 kesan, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje wan 266 gerîla kuştine.

Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê jî diyar kir ku wan 671 leşkerên Tirkiyê kuştine û 41 gerîlayan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku leşkerekî wan yê bi navê xwe Serkan Taşçî hatiye kuştin.

Her wiha îro Şemiyê HPGê ragihand ku 11 leşkerên Tirkiyê li navçeyên Avaşînê û Zapê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 678 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:31:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x