6 leşkerên din ên Tirkiyeyê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku 6 leşkerên wan li nav axa Başûrê Kurdistanê di êrişa gerîlayên PKKyê de hatin kuştin.

23.12.2023, Cts - 17:39

6 leşkerên din ên Tirkiyeyê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Duh jî 6 leşkerên Tirkiyeyê di êrişa PKKyê de hatibûn kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku îro gerîlayên PKKyê li herêma “Operasyona Pence-Kilîd” hewl dan bikevin baregehên artêşa Tirkiyeyê.

Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Li gorî daxuyaniyê şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de derket.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku di wî şerî de 6 leşkerên wan hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Hat îdiakirin ku di van pevçûnan de 13 gerîlayên PKKyê jî canê xwe ji dest daye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê duh jî ragihandibû li nav axa Başûrê Kurdistanê, 6 leşkerên wan di êrişa PKKyê de hatine kuştin.

Li aliyê din, heta niha PKKyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Lê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandibû ku duh di encama êrişên gerîlayan de li Xakurkê 27 leşker û li Metîna jî 9 leşker hatin kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:13:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x