Berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yê li bajarê Îslahiyeyê Berhem Hesen Salih ji ajansa Rûdawê re axivî û got “Rayedarên UMKE û AFAD'ê hatin cem me. spasiya me kirin û gotin `we hevkariyeke gelek zêde gihandiye me lê êdî tîmên me ji Samsûn, Îzmîr û hemû bajarên di hatine li cihên erdhejê bicih bûne, êdî pêwîstî nemaye hûn dikarin biçin.`”
Salih ragihand ku dê îro jemû teçhizat û malzemeyên xwe bidin hev beşek ji wan tînin rihayê, beşeke din jî li cihên din kom dikin û dê sihehê jî vegerên Herêma Kurdistanê.
Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, zirareke mezin gihandin 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.
Piştî erdhejan ji gelek welatan ekîbên alîkariyê çûn herêmên erdhejê.
Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Tendirustî û Navxwe yên Herêma Kurdistanê bû yekemîn tîm ku bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BFC) çû herêmê.
Di vê çarçoveyê de li gel tîmeke alîkariyê ya ji 40 kesan pêk dihat ambulans û pizîşk şandin Tirkiyeyê û piştre jî tîmeke rizgarkirinê ya ji 200 kesî, 30 ambûlans, 45 bijîşk, karwaneke alîkariyê ya ji 40 wesayîtan û zêdeyî sed makîneyên giran şandin Tirkiyeyê.
Herwiha alîkarî ji bo bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji ber erdhejê zirareke mezin dîtibû jî hatin şandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistan, Sûriye û Tirkiyl li hemû bajaran kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin.
Tîma Herêma Kurdistanê jî piştî ku hemû tîmên welatên din hatin vegerandin, tîma dawî bû ku ji herêmê derket.