Ala Kurdistanê li pêş Parêzgariya Kerkûkê tê bilindkirin

Piştî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi fermî û bi piraniya dengan biryar bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û dam û dezgehên fermî yên li Kerkûkê pesend kir. Bi amadebûna xelk û Parêzgarê Kerkûkê Ala Kurdistanê li ser Parêzgariya Kerkûkê hate bilindkirin.

28.03.2017, Sal - 09:53

Ala Kurdistanê li pêş Parêzgariya Kerkûkê tê bilindkirin
Nuçe Belav bike

Di rêwresmekê de, bi fermî Ala Kurdistanê hevşanî ala Iraqê li pêş Parêzgeha Kerkûkê hate bilindkirin û ev roj wek roja niştimanî û rojeke dîrokî bo Kerkûkê û Kurdistanê tê hejmartin.

Îro 28 Adara 2017an Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi amadebûna hejmarek ji endamên fraksiyona Erebî û Tirkmen civiya û bi piraniya dengan biryar li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê dan.

Berî çend rojan Parêzgarê Kerkûkî Necmedîn Kerîm bi fermî daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir, ku deng li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî bidin.

Piştî biryarê, Serok û endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di konferanseke rojnamevanî de derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê de ragihandin “Me biryar li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Parêzgeha Kerkûkê da, heta dema ku pirsgirêkên bajêr li gor yasa û destûra tên yekalîkirin. Ala Kurdistanê jî ligel ala Iraqê tê bilindkirin. Îro rojeke niştimanî û dîrokî ye.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:28:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x