Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê pesnê pêkvejiyana Herêma Kurdistanê da

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, li ser gotar û rola miyanrew a melayên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

09.09.2022, Cum - 10:02

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê pesnê pêkvejiyana Herêma Kurdistanê da
Nuçe Belav bike

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, îro pêncşemê 8ê Îlona 2022yan, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq bi beşdariya nûnerên pêkhateyên olî, pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf û şanda pê re kir.

Di civînê de li ser gotar û rola miyanrew a melayên Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin, herwiha bal kişandin ser çanda pêkvejiyana xelkê Kurdistanê û bernameyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser vê mijarê, herwiha hat diyarkirin ku Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyana netewe û olan e.

Di hevdîtinê de rola melayan û girîngiya cihên olî bilind hat dîtin, li ser vê mijarê Barbara Leaf spasiya Herêma Kurdistanê û melayan kir, piştre bi hev re serdana Mizgefa Celîl Xeyat a li bajarê Hewlêrê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:30:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x