Asayişa Silêmaniyê moleta 24 demjimêran dide tevgereke ser bi PKKê ve

Îro hêzên asayişa Silêmaniyê baregeha Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, ku ser bi PKKê ve ye, dorpêç kirin û ji endamên wê tevgerê re gotin ku moleta wan a fermî tine ye û divê baregehên xwe bigirin û moleta 24 demjimêran dan wan daku baragehên xwe vala bikin.

27.11.2018, Sal - 14:44

Asayişa Silêmaniyê moleta 24 demjimêran dide tevgereke ser bi PKKê ve
Nuçe Belav bike

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên ji Kurdistan24ê re got: Îro hêzên asayişa Silêmaniyê, baregeha me li wî bajarî dorpêç kirin, bi bihaneya nebûna moleta fermî, ji me xwestin ku em baregehên xwe vala bikin.

Tara Hisên diyar kir, ku hêzên asayişê ji derdora baregehên wan vikişiyane û moleta 24 demjimêran daye wan daku baregehên xwe vala bikin.

Navhatî diyar kir, ku berî niha wan hemû bizavên yasayî kirin ji bo wergirtina moletê, lê aliyên pêwendîdar molet nedan wan.

Tekez jî kir, ku ew bi hemû awayî valakirina baregehên xwe li Parêzgeha Silêmaniyê red dikin û ew di bin fişarê de baregehên xwe vala nakin.

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdella ji Kurdistan24ê re got: Baregehên me, ne neyasayî ne, ji ber ku berî niha me daxwaza moletê kiribû û aliyên pêwendîdar bersiva me nedan, ji ber vê yekê biryara girtina baregehên me siyasî ye û neyasayî ye.

Berî niha çendîn caran Hikûmeta Tirkiyê YNKê tometbar kir, ku ew alîkariya PKKê dike û asankariyan jê re pêşkêş dike, bi taybet piştî ku di sala derbasbûyî de, gerîleyên PKKê du endamên Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê li nav sînorê parêzgeha Silêmaniyê desteser kirin.

Ji encama wê yekê, Hikûmeta Tirkiyê nûnerê YNKê li Enqera der kir û heya niha jî, geştên ezmanî ji firîngeha Silêmaniyê ji bo Tirkiyê hatine qedexekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 981 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:43:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x