Balafirên şer ên Tirkiyê sînorê Duhokê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirkiyê îro çar cih li her du çiyayên Gare û Metîn ên li parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

11.07.2023, Sal - 18:33

Balafirên şer ên Tirkiyê sînorê Duhokê bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Niştecihekî gundê Belave yê ser bi navçeya Amêdiyê ve, yê bi navê Fayeq Bîrkahinî ji Rûdawê re ragihand, Tirkiyê sê cih li devera Berê Gare û cihekî din li Çiyayê Metîn bombebaran kirin.

Fayeq Belaveyî vîdyoya bombebarana îro ji Rûdawê re şandiye û dibêje, bilindahiyên li derdora gundên Girgaş û Spîndarê û devera Zêbar li Çiyayê Gare û herwiha lûtkeya Çiyayê Metîn li nêzîk gundê Belave îro ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.

Bi gotina wî kesî, ji ber bombebaranan, xelkên herêmê gelek tirsiyane.

Têkildarî zirarên bombebarana îro jî, welatiyê navborî diyar kir, cihên ku hatine bombebarakirin, 5 heta 7 kîlometreyan ji gundan dûr in û ew cih in ku hatinûçûna bo wan hatiye qedexekirin, lewra zirarên bombebaranê nayê zanîn.

Ew nêzîkî mehekê ye ku Tirkiyê bombebarana li ser sînorên navçeyên Amêdî û Akrê zêdetir kiriye.

Balafirên şer ên Tirkiyê, bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê rojane çiyayên Metîn û Gare li Amêdiyê û devera Zêbar li nahyeya Dînarte ya ser bi navçeya Akrê ve bombebaran dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:21:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x