Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski: 'Em ji ber gefên li ser Kurdistanê nîgeran in'

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski : Em ji ber gefên li ser Kurdistanê nîgeran in

02.11.2022, Çar - 14:02

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski: 'Em ji ber gefên li ser Kurdistanê nîgeran in'
Nuçe Belav bike

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski ragihand ku têkiliyên Amerîka bi Herêma Kurdistana Iraqê re gelek xurt in û got: “Em dixwazin ji bo yekîtiya Kurdan partiyên siyasî nêzîkî hev bikin.”

“Em ji ber gefên li ser Kurdistanê nîgeran in”

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê herwiha diyar kir ku faktorên ku rê li ber pêkanîna Peymana Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de digirin hene û ji bo rakirina van astengiyan bi her du aliyan re dixebitin.

Romanowski di bersiva pirsa Peyamnêrê Rûdawê Peyam Serebst de a derbarê êrîş û gefên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û pêngavên Amerîkayê yên li dijî wê de got: “Em van êrîşên ku ne tenê li Iraqê, li tevahiya Rojhilata Navîn bûne sedema bêaramiyê bi tundî şermezar dikin. Em ji ber gefên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê gelekî nîgeran in. Em bi derfetên xwe yên dîplomatîk û leşkerî li ser vê mijarê pêşîlêgirtina nîqaş dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x