Roja Înê 14ê Tîrmeha 2023an di daxuyaniyekê de Ragihandina Berevaniya Şaristaniya Zaxoyê eşkere kir, sê bûyerên xeniqînê li çemê Xabûrê qewimîn.
Berevaniya Şaristaniya Zaxoyê diyar kir, ciwanekî 15 salî yê bi navê E.A.Y ku nişteciyê Sêmêl e, li sînorê gundê Dula li çemê Xabûrê xeniqiye û piştî gihîştina pîmên wan, termê wî dîtine.
Derbarê du bûyerên de, Berevaniya Şaristaniya Zaxoyê ragihand, li sînorê gundê Bakirma zarokekî bi navê M.E.S ku 13 salî bû xeniqî, herwiha zarokek li sînorê Bere Gewra bi awayî di ava Xabûrê de xeniqî û termê wî hat dîtin.