Berpirsekî Hevpeymaniyê: Îradeyeke bihêz di Wezareta Pêşmerge de li hember proseya çaksaziyê heye

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serokê tîma bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan, Berpirsê Ofîsa Hemahengiyê ya Konsulxaneya Amerîkayê û şêwirmendên bilind ên welatên beşdar di Hevpeymaniya Navdewletî de civiya.

23.01.2024, Sal - 18:47

Berpirsekî Hevpeymaniyê: Îradeyeke bihêz di Wezareta Pêşmerge de li hember proseya çaksaziyê heye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro 23ê Çileya 2024an ligel Serokê Tîma Bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan General McKenzie, Berpirsê Ofîsa Hevahengiyê ya Konsulxaneya Amerîkayê Kolonel Michael Gachero û şêwirmendên bilind ên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de behsa çaksazî, rêkxistin û yekxistina hêzan û alîkariyên hevpeymanan bo Wezareta Pêşmerge hat kirin. Herwiha amadekarî ji bo nirxandina salane ya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hate kirin.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl got: “Armanca me ew e ku proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de biser bikeve. Me gavên xwe yên ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya bihêz di nav Wezareta Pêşmerge de bileztir kirine.”

Wezîrê Pêşmerge her wiha rola bilind a dîplomat û şêwirmendên leşkerî û siyasî yên welatên Hevpeymaniya Navdewletî bi taybet Amerîka ji bo alîkarî û hemahengiya berdewam ji Wezareta Pêşmerge re bilind nirxand.

Di hevdîtinê de, Serokê Tîma Bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan General McKenzie ronahî bi giringî behsa hewlên Wezareta Pêşmerge di proseya çaksaziyê û cîbicîkirina xalên karnameya hevtêgihîştina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de kir.

Diyar kir jî, “Di Wezareta Pêşmerge de îradeyek bihêz bo proseya çaksaziyê heye, ji bo wê yekê jî em di Hevpeymaniya Navdewletî de em ê di piştevaniya proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên 70 û 80 û pêşxistina karûbarên cuda yên Wezareta Pêşmerge de berdewam bin.”

Got: Emê bi hev re kar bikin û pilan û stratejî yên giring deynin û em piştrast in ku proseya çaksaziyê dê encamên mezin û giring ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebin.

Di dawiya hevdîtinê de, bi awayekî berfireh behsa amadekariyên nirxandina salane ya bernameya hevtêgihiştinê ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hate kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:04:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x