Berpirsekî Pentagonê: Em dixwazin di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de hêzeke bêalî hebe

Berpirsekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka dixwaze, “Hêzeke Pêşmergeyan a yekgirtî ya nesiyasî di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de hebe.”

12.08.2023, Cts - 07:22

Berpirsekî Pentagonê: Em dixwazin di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de hêzeke bêalî hebe
Nuçe Belav bike

Berpirsekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser guftûgoyên ewlehiyê yên di navbera Îraq û Amerîkayê de ku çawa behsa Hêzên Pêşmergeyan hatiye kirin ji ajansa Rûdawê re ragihand:

“Hêzên Pêşmergeyan beşeke giring a hêzên parastina sînorên Îraqê ye û ji ber wê jî em dixwazin her du alî hevahengiya di navbera xwe de zêdetir bikin.

Herwiha divê ji bo Hêzên Pêşmergeyan pêdivî û hevkariyên guncav bêne dabînkirin ku erkên xwe cibicî bikin.”

“Hêzeke Pêşmergeyan a nesiyasî hebe”

Berpirsê payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li ser proseya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan nîgeraniyên Amerîkayê piştrast kir û anî ziman:

“Em dixwazin Hêzeke Pêşmergeyan a yekgirtî ya nesiyasî di bin kontrola Wezareta Pêşmergeyan de hebe.

Em dixwazin ji bo wan firqeyên ser bi Wezareta Pêşmergeyan alîkariyên madî yên guncaw bên pêşkêşkirin û ji bo ku karên xwe bêne bihêzkirin.”

“Ji rayedarên siyasî re pir bi zelalî hate gotin”

Berpirsê payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê destnîşan kir ku wan daxwazên xwe bi awayekî zelal ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re aniye ziman û got:

“Hêzên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de hevkarên girîng bûn û armanca wan têkbirina bi yekcariya DAIŞê ye.

Ji ber wê jî em dixwazin li ser perwerdekirin û pisporkirina Pêşmergeyan berdewam bin. Ji bo wê armancê, Amerîka pabend e ku bi beşên nesiyasî re bixebite û ev yek ji rayedarên siyasî re pir bi zelalî hate gotin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:36:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x