Bexda Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 ji nû ve aktîv dike û Hewlêr jî dişopîne

Madeya 140 a destûra Iraqê ku behsa asayîkirin, serjimêryarî û referanduma Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dike, diviyabû heta roja 31.12.2007 hatiba cîbicîkirin. Lê ji sala 2006ê ve, hikûmet û kabîneyên Iraqê yên li pey hev, ev made cîbicî nekirine, ji cîbicînekirina wê maddeyê jî, kurdên van sînoran bi berdewamî rastî stemê tên û hikûmeta Iraqê jî li hember wan bêdeng e.

22.06.2023, Per - 07:39

Bexda Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 ji nû ve aktîv dike û Hewlêr jî dişopîne
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê (28.11.2022) Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 ji nû ve hat avakirin û di karnameya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de wek beşek ji rêkeftina siyasî ya pêkanîna hikûmetê hat pesendkirin.

Nebûna vê komîteyê, bû sedem ku dubare proseya erebkirina Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanê dest pê bike. Lê bi pêkanîna vê komîtê, careke din cibicîkirina madeya 140 vedigere ser riya xwe.

Komîteyê ji heyama 10 rojan ve dest bi kar kiriye û bûdceya xwe ya pêşbînîkirî pêşkêşî Encûmena Wezîran a Iraqê kir, da ku di bûdceya federalî ya sala 2023an de pereyên pêwîst jê re bên veqetandin.

Parlamentoya Iraqê roja 10ê Hezîrana 2023an bûdceya 2023, 2024 û 2025ê pesend kir û 100 milyar dînar ji bo wê madeyê terxan kir.

Li gor nameya Hadî Amirî serokê lijneya madeya 140 bi jimare (2216) 18/6/2023 û ji wezareta çandiniya Iraqê re hatiye şandin. Wan ji Encumena Wezîran a Iraqê xwest ku hemû biryarên Komîteya Karûbarên Bakur ên derbarê destdanîna li ser zeviyên cotkaran betal bike.

Herwiha daxwaza betalkirina hemû girêbestên çandiniyê yên li Ofîsa Çandiniyê ya Kerkûkê û vegerandina hemû zeviyan beriya biryara Komîteya Karûbarên Bakur kirin.

Hat balkişandin ku biryara hejmara 29'an a sala 2012'an hêj di meriyetê de ye û divê peymanên çandiniyê neyên meriyetê.

Li hember vê yekê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara Komîteya Cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê li ser zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê kir.

Encûmena Wezîran ragihand ku ew pêşwazî li biryara aktîvkirina Lijneya Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê dike û destxweşiyê li nivîsa herî dawî ya lijneyê dike bo Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ji bo hilweşandina biryara kujandina zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmen û ragirtina nûkirina girêbesta çandiniyê ji bo hawirdekiriyan, lê belê ji vê girîngtir, cîbicîkirina van biryaran bi pratîkî û ragirtina bilez hemû wan nerewayiyên ku li hember cotkarên Kurd û Tirkmen ên li wê navçeyê têne kirin, ku ti bingeheke wê ya yasayî û destûrî tune ye.

Her wiha Encûmena Wezîran komîteya wezarî a şopandina cîbicîkirina madeya 140 bi serpereştiya wezîrê navxwe raspard ku civînên pêwîst pêk bîne û bi hemahengî li gel fraksyonên Kurdistanî di Encûmena Wezîrên Îraqê û Encûmena Nûnerên Îraqê de, şopandina bilez ji bo cibicîkirina biryarên Encûmena Wezîrên Îraqê û Komîta Federal a taybet bi cîbicîkirina madeya 140 bike.

Pirsa navçeyên Kurdistanî yên ji Herêma Kurdistanê hatine birîn, di serdema rejîma Beis de dirust bûbû, piştî rûxandina rêjîma Beis di sala 2003 de, li Iraqê weke mijara "herêmên nakokî li ser" hat naskirin, piştre jî di destûra 2005’an de bi awayekî yasayî hat dîtin û made 140’î di destûrê de cih girt. Tevî ku ev made di destûrê de cih girtiye, lê ev made û çend madeyên din ên destûra Iraqê ji aliyê hikûmetên Iraqê ve ji sala 2005 heta 2023an, nehatine cîbicîkirin û bûye yek ji pirsgirêk û xalên sereke yên nakokiyên her du hikûmetên federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Piştî rûxandina rejîma Beis di 9ê nîsana 2003an de, hikûmeta demkî ya hevpeymaniyê di 12ê Tîrmeha 2003an de komîteyek siyasî bi navê “Encûmena Desthilatdar” ava kir, ku endamên wê ji nûnerên partî û hêzên siyasî yên Iraqî û Kurdistanî pêk dihatin. Paşê rêveberiya Iraqê radestî wî encûmenê hate kirin, ku komîteyek ji bo amadekirina destûreke demkî pêk anî û “Yasaya Birêvebirina Dewletê ji bo Qonaxa Veguhêz” derxist û di dawiyê de di 8ê Adara 2004an de ji aliyê Encûmena Desthilatdar ve hat pesendkirin.

Yasa bû destûreke demkî û bi awayekî fermî û pratîkî statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê nas kir. Madeya 53 ya destûra demkî ew bû ku sînorên Kurdistanê bi awayekî demkî diyar bike, ne bi awayekî herdemî, ji ber ku sînorên dawî û herdemî yên Herêma Kurdistanê bi çareserkirina pirsa vegerandina navçeyên veqetandî dibe.

Madeya 140 a destûra hertimî ya Iraqê bi awayekî eşkere tekezî li ser erkê hikûmeta Iraqê ya ku di sala 2005ê de hatiye hilbijartin dike, bi temamkirina cîbicîkirina madeya 58ê ya yasaya Rêveberiya Dewletê bo Qonaxa Veguhêz, her wiha hikumeta hilbijartî pabend dike ku ji bo vê mebestê li Kerkûk û navçeyên din ên nakokî li ser, hemû tedbîran bigire ku dê di sê qonaxan de bin: “Asayîkirin, serjimêryarî û referandûmê.” Xala duyemîn a madeya 140'î jî demeke diyarkirî ji bo pêkanîna wê madeyê danî ku divê 31.12.2007an derbas neke.

Di 9ê Tebaxa 2006ê de, kabîneya yekem a Nûrî Malikî Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 bi serokatiya Wezîrê Dadê yê wê demê Haşim Şiblî ava kir. Lê ji sala 2006ê ve, hikûmet û kabîneyên Iraqê yên li pey hev, ev made cîbicî nekirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:22:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x