Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma vekirina parzûngeha Lanazê birêve diçe.
Parzûngeha Lanaz yek ji mezintirîn parzûngehên Herêma Kurdistanê ye, di sala 2008an de hatiye damezrandin û karîna wê ya rojane ya parzûnkirina 100 hezar bermîl petrola xav heye.
Berhemên parzûngeha Lanazê ev in: Nefta sipî, benzîn, mazot, nefta giran û nefta sivik.