Serokwezîr Mesrûr Barzanî berî bîstekê li bajarê Dubayê gihîşte cihê lidarketina Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan.
Destnîşan kir jî, Lûtke bi kêliyeke bêdeng ji bo qurbaniyên erdheja Tirkiye û Sûriyê dest pê kir.
Got jî: Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de, îro dê bi hejmarek hevdîtin bi serok û nûnerên welatan re pêk bîne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê gotarekê di Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanî de pêşkêş bike.