Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 3 lîwa li ser mîlaka Wezareta Pêşmerge hatin pêkanîn.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, di çarçoveya cibicîkirina proseyasaya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 3 lîwa (lîwayên 26, 28 û 30) li ser mîlaka Wezareta Pêşmerge hatin pêkanîn.
Destnîşankirin jî, ew lîwa li ser mîlaka Wezareta Pêşmerge hatine avakirin û dê ji roja derkirina fermanê (8/8/2023) ve diçe warê cîbicîkirinê.