Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 31ê Gulanê, serperiştiya civîneke li ser lipeyçûn û cîbicîkirin û çêkirina wan 20 hezar xaniyan kir, ku bi fermana Serokwezîr biryar e ji bo welatiyên ku di kirê de ne û kêmdahat in, li parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê bi hevkariya sektora taybet, werin avakirin.
Di civînê de, ku wezîrên pêwendîdar amade bûn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî aliyên pêwendîdar erkdar kir ku di demeke herî nêz de dest bi rêkarên çêkirina wan xaniyan bikin, ku bi buhayekî kêm û teqsîtên demdirêj û bi kalîteya baş werin avakirin.
Di beşeke din a civînê de li ser temamkirina wan 9 hezar xaniyên ku çend sal in dest bi avakirina wan hatiye kirin û hîn jî nehatine temamkirin, gotûbêj hat kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê jî aliyên pêwendîdar erkdar kir ku demildest rêkarên temamkirina wan xaniyan gotûbêj bikin.