Bi ti awayî Ala Kurdistanê danakeve

Endamê şanda Kurdistanê li Bexdayê Ednan Miftî ragihand, bi ti awayî Ala Kurdistanê dê li Kerkûkê neyê xwarê û eger biyareke wiha bê girtin jî dê Encûmena Parêgeha Kerkûkê bi xwe bide.

05.04.2017, Çar - 16:51

Bi ti awayî Ala Kurdistanê danakeve
Nuçe Belav bike

Îro Çarşemê 05-04-2017, şandekî hevpar ê Polîtbûroya YNKê û PDKê ligel Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê çûne Bexdayê.

Endamê şanda Kurdistanê û Endamê Polîtbûroya YNK Ednan Muftî li Bexdayê bersiv da pirsên rojnamevana û got; “Ez bawer nakim bi ti awayî Ala Kurdistanê li Kerkûkê bê daxistin. Eger tiştek wiha çêbibe jî ev yek dê bi biryara Encûmena Parêzgeha Kekrûkê be. Tenê ew dikarin biryareke wiha bidin.”

Li ser pirsa; “Gelo dê hevdîtnên we dê bikarin nîgeraniyên Bexdayê ji holê rakin?” Edna Muftî got; “Ne tenê ew, em jî nîgeran in. çawa em bersiva pirsên wan bidi new jî dê bersiva pirsên me bidin. Divê em berjewendiyên hevbeş liber çavan bigrin. Ji bo me berjweendiyên bilind ên Gelê Kurdistanê beriya hemû tiştan e.”

Muftî daxuyand, ku ew biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê Ala Kurdistanê de xelet dibînin û wiha berdewam kir:

“Ev biryara parlamentoyê xelet e. Ji bilî vê yekê jî gelek kêmasiyên wê yên yasayî hene. Me bihîstiye, ku di parlamentoyê de hewldanên aramkirina rewşê hene. Em dixwazin van hewldanan dengî guhdarî bikin.”

Ednan Muftî da zanîn, ku biryara şandina şandeke wiha di civîna polîtbûroya PDK û YNKê de hatiye girtin û lewma jî nûnerê partiyên din ligel wan nebûye û got; “Di encama van hevdîtnan de em dixwazin komîteyeke hevpar a hemû aliyên Kurdistanî were avakirin û ev komîte bibe berpirsê makenîzma û diyarkirina dema referandumê.”

Li ser pirsa Rûdawê ya “sepandina îradeya piranî li ser aliyê kêmanî” Mûftî wiha bersiv da:

“Dema biryar derbarê Kurdistanê de be, nabe piranî û kêmanî hebe. Eger wiha be pêwîst nake em beşdarî parlamentoyê bibin. Ji ber ku em kêmanî ne. lewma ji sala 2005ê ve biryar li ser vê prensîbê hatiye dayîn. Di pirsên hevbeş û destûrî de divê lihevkirin hebe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1541 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x