Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Li zozana Sîneganê ya li Sîdekanê bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de teqiya.
Qeymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, welatiyên gund ji bo komkirina giyayan çûne wê herêmê, di teqîna bombeyê de ti ziyanên canî nebûn.
Berî niha jî çekdarên PKKê li ser rêyên sereke yên Sîdekan û deverên din bombe bi cih kiribûn û di encamê de ziyan gihîştibû hêzên Pêşmerge, gundî û geştiyaran.