Bûyera trafîkê: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Îro di bûyereke trafîkê de li nêzîk Çemê Tancero li sînorê parêzgeha Silêmaniyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

24.02.2023, Cum - 14:15

Bûyera trafîkê: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Rêveberê Hawarhatina Bilez a Silêmaniyê Saman Nadir îro di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di bûyereke trafîkê de li nêzîk Çemê Tancero li sînorê parêzgeha Silêmaniyê 4 kesan canên xwe ji dest dan.”

Bûyer di navbera Pîkabekê û barhilgirekê de çêbûye. Bi gotina Rêveberê Hawarhatina Bilez a Silêmaniyê, her çar kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, rêwiyên otomobîla Pîkabê bûn.

Li gor zanyariyan, tiştek bi şofêrê barhilgirê nehatiye.

Heta niha nasnameya qurbaniyên bûyerê nehatiye aşkerekirin.

Polîs çûne cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Li gor amarên fermî yên Polîsê Trafîkê yê Herêma Kurdistanê, sala bihorî 3 hezar û 706 bûyerên trafîkê li Herêma Kurdistanê çêbûne û di encam de 445 kesan jiyana xwe ji dest dane, 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:55:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x