Civata Wezîran pêşwaziya jivanê diyarkirî yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan pêşwaziya jivanê diyarkirî yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike.”

26.06.2024, Çar - 15:04

Civata Wezîran pêşwaziya jivanê diyarkirî yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di derheqa destnîşankirina roja hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ragehand, “Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan pêşwaziya jivanê diyarkirî yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike, ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin.”

Pêşewa Hewramanî herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemî alîkariyan ji bo piştevaniya birêveçûna hilbijartinan bi awayekî serkeftî berhev e.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro  konferanseke rojnamevanî de ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li dû benda duyê, ji madeya dehê, ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, hejmar yek a 2005ê ya edilandî, biryar li ser derxistina fermana herêmî ya hejmar 222 a sala 2024ê da, ku diyarkirina roja 20.10.2024ê ye wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistana Îraqê.

Her li dû wê fermana Serokê Herêma Kurdistanê, tevaya aliyên peywendîdar bi bicihanîna karên pêdivî ji bo alîkarî û hevahengiyê bi Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê re ji bo bicihanîna vê fermanê pabend dibin

 

Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:38:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x