Ciwanê 17 salî ku birûskê lê da canê xwe ji des da

Li navçeya Berdereşê ya Duhokê ciwanekî 17 salî ku birûskê lê xistibû jiyana xwe ji dest da.

12.04.2023, Çar - 14:29

Ciwanê 17 salî ku birûskê lê da canê xwe ji des da
Nuçe Belav bike

Ji Duh Sêşemê 11ê Nîsanê ve barîna baranê li piraniya navçeyên Herêma Kurdistanê dest pê kiriye. Duh li seranserê Herêma Kurdistanê barîna baranê û birûskê bandoreke neyînî li gelek cihan kir.

Duh bi şev li nahiyeya Roviya ya ser bi qezaya Berdereşê ve li parêzgeha Duhokê, ciwanekî 17 salî di encama lêdana birûskê de jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya qezaya Akrê, Nêçîrvan Herkî di dauxyaniyekê de ragihand, duh saet 17:30 birsûkê li ciwanekî xist ku rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewldanan wî xortî canê xwe ji dest da.

Nêçîrvan Herkî diyar kir, navê wî xortî Mecîd û 17 salî ye û Kurdekî Şebek bûye.

Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê ragihand, dê ji 11ê Nîsanê ve li seranserê welat baraneke zêde bibare û ji ber wê yekê û egera rabûna lehiyê yan çêbûna birûskan de hişyarî da welatiyan.

Tê payîn heta 14ê Nîsanê jî hewaya bi baran li Herêma Kurdistanê berdewam be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x