Dadgeha Federal biryara dawî li ser gilînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dide

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê careke din ji bo yekalîkirina gilînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya taybet bi dabeşkirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê dicive.

14.05.2024, Sal - 16:34

Dadgeha Federal biryara dawî li ser gilînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dide
Nuçe Belav bike

Parêzer Ayad Kakeyî îro 24ê Gulanê ji ajansa K24ê re ragihand, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja 19ê Gulana 2024an, ji bo guhdarîkirin û çareserkirina giliya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya li ser dabeşkirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê, dicive.

Gilînameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 6ê Gulanê bi rêya parêzer Îyad Kakeyî, gilî li dijî Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, li Dadgeha Federalî vekir.

Giliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi du xalan ve girêdayî ye: Rêbaza dabeşkirina 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li ser parêzgehan û betalkirina 11 kursiyên kotayê ya Parlamentoya Kurdistanê. Serokwezîr daxwaz ji dadgehê kir ku wê dabeşkirina bi “neyasayî” binav bike.

Roja 22-02-2024an, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê 11 kursiyên kotayê yên Parlamentoya Kurdistanê betal kirin û bi nedestûrî da nasandin. Ew 11 kursî di nav pêkhateyan de bi vî awayî hatibûn dabeşkirin: 5 ji bo Xiristiyanan, 5 ji bo Tirkmenan û yek jî ji bo Ermenan.

Dadgeha Federalî bersiva giliya Serokwezîr Mesrûr Barzanî da

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro 7ê Gulanê di bersiva giliya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, biryareke “welayî” derxist, ji bo rawestandina cibicîkirina xala duyem a madeya duyem ji sîstema tomarkirin û pesendkirina lîsteyên kandîdên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, ku tê de hatiye:

(Palamentoya Kurdistanê ji 100 kursiyan pêk tê û li ser van herêmên hilbijartinê tê dabeşkirin: Parêzgeha Hewlêrê 34, Silêmaniyê 38 kursî, Dihok 25 kursî û Helebce 3 kursî)

Dadgeha Federalî got, heta dema ku gilî yekalî dibe, cibicîkirina xala duyem berdewam dibe, ev jî bi armanca dûrketina ji encamên cîbicîkirina wê de, ku dê di pêşerojê de çareserkirina wan dijwar be.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:30:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x