Dadgeheke tayebet di Kurdistanê de tê avakirin

Berdevkê Wezareta karûbarê şehîd û enfalan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Fuad Osman di daxuyaniyekê ji bo BasNews ragehand ku:”Piştî daxwaza me ji bo damezirandina dadgeheke taybet ji bo jenosîda welatiyên herêma Kurdistanê, xweşbextane Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê razîbûna xwe li ser daxwaza me nîşand daye.”

04.02.2017, Cts - 20:22

Dadgeheke tayebet di Kurdistanê de tê avakirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karûbarên Şehîd û enfalan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragehand ku razîbûna xwe li ser avakirina dadgeheke navxweyî ya jenosîdê dane û niha lijneyek ji bo vê mebestê pêk hatiye.

Berdevkê Wezareta karûbarê şehîd û enfalan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Fuad Osman di daxuyaniyekê ragehand ku:”Piştî daxwaza me ji bo damezirandina dadgeheke taybet ji bo jenosîda welatiyên herêma Kurdistanê, xweşbextane Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê razîbûna xwe li ser daxwaza me nîşand daye.”

Wî berpirsî di berdewamiyê de got ku:”Ji bo vê mebestê lijneyeke tayebet li ser damezirandina dadgehe kar dike ku li gor pîwanên navnetewî dosyayên taybet bi jenosîdê amade dike ji bo ku di nasandina tawanan li ser asta cîhanê asankarî çê be.”

Wî herwiha eşkere jî kir ku ji bo avakirina dadgehê lijneyek pêkanîne ku li agahî û ezmûnên welatên xwediyê wan cûre dadgehane sûdê werbigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:51:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x