Daxuyaniyek ji Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de êrîşkirin û şewitandina Balyozaneya Swêdê ya li Bexdayê şermezar kir û diyar kir ku ew di heman demê de şewitandina Qurana Pîroz şermezar dikin.

20.07.2023, Per - 11:52

Daxuyaniyek ji Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de êrîşkirin û şewitandina Balyozaneya Swêdê ya li Bexdayê şermezar kir û diyar kir ku ew di heman demê de şewitandina Qurana Pîroz şermezar dikin.

Îro Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an, Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye ragihandin: “Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.”

Berdevkê PDKê eşkere dike: “Em di heman demê de şewitandina Qurana Pîroz şermezar dikin û em li dijî şewitandin û bêrêzîkirina li pirtûkên pîroz ên hemû olan in û em piştgiriya birêz Sûdanî û hikûmeta federal a Iraqê dikin ji bo pêkanîna rêkarên yasayî ji bo dubarenebûna van cûre kiryaran.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:58:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x